Operasyona Tilaferê bi beşdarîya Heşdî Şebî destpê kir

Serokwezîr û Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdarên Iraqê Heyder Ebadî ragihand, operasyona kontrolkirina navçeya Tileferê ji destê DAIŞê dest pê kiriye.

20 Tebax 2017 - 04:45
20 Tebax 2017 - 04:45
 0
Operasyona Tilaferê bi beşdarîya Heşdî Şebî destpê kir

Ebadî eşkere kir ku Heşda Şebî jî beşdarî operasyonê dibe û got: "Artêşa Iraqê, Hêzên Dije Terorê, Polîsên Federalî û Heşda Şebî bi piştgiriya hêzên esmanî yên Iraqê, tîmên pizîşkî û endazyariyê tevlî operasyonê dibin."

Ebadî di televizyona dewletê de bangewazî kir û got: "Dê bajarê Tilaferê were azadkirin û dê ew jî bibe yek ji wan bajarên hatiye azadkirin. Peyameke min bo DAIŞê heye: Ti bijardeyeke we ya din nîne. Yan xwe radest bikin, yan jî bimirin!"

Ev nûçe bi tevahî 1761 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 23:23:33