Parlementerê HDP'yî ku serbest hatibû berdan ji nûve biryara girtinê
Di derbarê Parlementerê HDP'ê ya Qersî Ayhan Bîlgen da ji nû ve biryara girtinê hat dayîn.

Parlamenterê HDPê yê Qersê Ayhan Bilgen di çarçoveya lêpirsînekê de hatibû girtin û li ser îtîraza parêzerên wî di 8ê Îlonê de serbest hatibû berdan.
Ayhan Bilgen di Dadgeha Ceya Giran a 5emîn a Amedê de bi tohmeta 3 sûcên cuda hetanî 23 salan bi cezayê hepse dihate dadgehkirin. Parêzeran ji bo Bilgen bêgirtin were dadgehkirin îtîraz kiribûn û heyeta dadgehê jî biryara serbestdayîna Bilgen dabû.
Dîsa ji heman dozê biryara girtina Ayhan Bilgen hat dayîn.
Nûvekirina herî dawî: 10:16:57