Pêşmerge: Rewşa Kerkûkê wiha dewam nake

Fermandarê Pêşmerge yê Eniya Rojavayê Kerkûkê Kemal Kerkûkî di axaftina xwe de ragihand ku Kerkûk niha dagirkiriye û ev dagirkirin wiha dewam nake.

20 Adar 2018 - 02:50
20 Adar 2018 - 02:50
 0
Pêşmerge: Rewşa Kerkûkê wiha dewam nake

Fermandarê Pêşmerge yê Eniya Rojavayê Kerkûkê Kemal Kerkûkî di axaftina xwe de got: "Em dixwazin mijara dagirkirina Kerkûkê bi rêya aştî û diyalogê çareser bikin. Divê bajêr kêlî berî kêliyê were normalîzekirin."

Kemal Kerkûkî di berdewamiya axaftina xwe de got: "Niha rewşeke awarte li Kerkûkê heye û divê milîsên Heşdî Şeibî bajêr biterikînin û ev wiha dewam nake. Ji bo vekirina rêya Kerkûk û Hewlêrê û hemwelatî bi hêsanî bigerin me hemû amadehî kirine.

Berpirsên ewlehî yên Kurdistanê dê pêşwaziya hemû xelkê kurdistanî bikin. Lê hinek milîsên Heşdî û berpirsên bajêr pirsgirêkan ji kerkûkiyan re derdixînin."

Ev nûçe bi tevahî 1947 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 13:55:27