Pevçûnên Zapê leşkerekî Tirkiyê hat kuştin
Wezareta Berevaniya Tirkiyê daxuyaniyek belav kir û tê de ragihand ku leşkerekî wan ê bi navê Halîl Koç ku di 3ê Tebaxê de di teqîneke li herêma “Operasyona Pence-Kilîdê” de birîndar bûbû miriye.

Li Zap-Avaşînê ya Başûrê Kurdistanê li herêma “Operasyona Pence-Kilîdê” leşkerekî Tirkiyê hat kuştin.
Di heman daxuyaniya wezaretê de hat destnîşankirin ku çawîşê pispor Halîl Koç ê ku di 3ê Tebaxa 2022an de di encama teqîna teqemeniya ku berê ji aliyê PKKê ve li herêma "Operasyona Pence-Kilîd" hatibû bicihkirin bi giranî birîndar bûbû, di 8ê Tebaxê de li nexweşxaneyê miriye.
Artêşa Tirkiyê di 17ê Nîsanê de li herêmên Metîna, Zap û Avaşîn-Basyanê yên li Herêma Kurdistanê li dijî Gerîlayên PKKê operasyoneke nû a bi navê "Pençe Kilit" dabû destpêkirin.
Nûvekirina herî dawî: 03:36:43