Pêwîste danûstandin di navbera Hewlêr û Bexdayê de berdewam bin

li Koşka Selam îro, serokê Iraqê Fûad Masûm li gel her du cîgirên xwe Ûsama Nûcyfî û Nûrî Malikî civiya, di civînê de rewşa Iraqê gotûbêjkirin.

9 Sibat 2018 - 04:30
9 Sibat 2018 - 04:30
 0
Pêwîste danûstandin di navbera Hewlêr û Bexdayê de berdewam bin

Li gor daxuyaniya serokatiya Iraqê îro, Pênşemê li Koşka Selam îro, serokê Iraqê Fûad Masûm li gel her du cîgirên xwe Ûsama Nûcyfî û Nûrî Malikî civiya, di civînê de tekezî li ser hilbijartinên encûmena parêzgehan di meha Tişrîna duyem de hat kirin.

Herwiha di civînê de jî serokê Iraqê û her du cîgirên xwe ragehandin ku, pêwîste pirsa bûdceya sala 2018 di nav hemû aliyan pêwendîdar de were çareserkirin, di heman demê de pirsa derengiya mûçeyên fermanberan û awayên çareserkirinê hat behskirin.

Civînê tekezî li ser giringiya berdewamiya danûstandinên di navbera Hewlêr û Bexdayê de bo çareserkirina pirsgirêkên her du aliyan li gor destûrê hat kirin.Herweha pirsgirêka avê û pilanên çareserkirina wê jî hat gotûbêjkirin.

Ev nûçe bi tevahî 1310 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 10:04:49