'Pişka Herêma Kurdistanê ji budçeya federal hat zêdekirin'

Endamekî Lijneya Malî ya Parlementoya Iraqê ragihand ku milyareke dînarê iraqî li budçeya Kurdistanê hatiye zêdekirin lê komên kurdistanî ev qebûl nekiriye.

3 Adar 2018 - 12:10
3 Adar 2018 - 12:10
 0
'Pişka Herêma Kurdistanê ji budçeya federal hat zêdekirin'

Li gorî medyaya nêzîkî YNKê, endamê Lijneyê yê YNKê Ebdulqadir Muhemedî îro diyar kiriye ku milyareke dînarê iraqî di çarçoveya projeya qanûna budçeya federal de ji bo Herêma Kurdistanê hatiye terxankirin lê komên kurdistanî ew qebûl nekiriye û heta niha ti lihevkirin li ser rêjeya budçeya Kurdistanê tine ye.

Herwiha Muhemedî destnîşan kir ku hejmara pêwîst a parlamentoyê îro pêk nehat.

Parlamanetoya Iraqê roja pêncşemê dest pê kiribû ku deng ji bo projeya qanûnê budçeya federal bide lê ji ber pêknehatina hejmara pêwîst, bo roja şemiyê hatibû bipaşdexistin.

Ev nûçe bi tevahî 1709 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 16:52:21