Plana Enqereyê ya ji bo PKKê: Komîteya çavdêriya çekdanînê tê avakirin

Hikûmeta Tirkiyeyê kar li ser wê yekê dike bo çekdanîna PKKyê, projeyasayek taybet ava bike û paşê dê lijneyek were pêkanîn daku çavdêrîkirina çekdanîna PKKê bike. Li gor pisporan armanca projeyasayê ew e ku PKKê ji çiyê bîne deştê û tevlî siyaseta medenî bike.

12 Gulan 2026 - 10:55
12 Gulan 2026 - 10:55
 0
Plana Enqereyê ya ji bo PKKê: Komîteya çavdêriya çekdanînê tê avakirin

Di çarçoveya pêvajoya aşitiyê de projeyasayek bi navê, “Piştevaniya Niştimanî û Yekbûna Civakî” tê amadekirin. Piştî projeyasayê dê bi beşdariya çendîn wezaretên wekî bergirî û navxwe û dezgeha hawalgiriyê lijneyek were avakirin daku çavdêriya çekdanîna PKKyê bike. 

Tê pêşbînîkirin digel temambûna pêvajoya çekdanînê, dê rê li ber endam û berpirsên PKKyê were vekirin daku beşdarê siyaseta demokratîk û medenî bibin.

Zanayê siyasetê Dr. Cuma Çîçek derbarê armancên vê projeyasayê de ji Kurdistan24ê re ragihand, dewlet dixwaze strukturên çekdarî ji holê rake. Çîçek got: "Armanc ew e ku PKK were feshkirin û hemû aktorên derdora PKKê di du astan de werin guhertin; yekem sîvîlîze bibin û duyem jî legalîze bibin." 

Çîçek her wiha bal kişand ser Rojavayê Kurdistanê û diyar kir ku Rojava di navbera Tirkiye û PKKê de bûye xaleke lihevkirinê û her du alî jî hewl didin daxwazên xwe li wir nêzî hev bikin.

Ev gav piştî gelek rexneyên ku pêvajo nameşe tê avêtin û herî dawî jî Mûrad Karayilanî gotibû pêvajo hatiye rawestandin. Lewra yasaya taybet bi pêvajoyê ku PKK li hêviyê bû dernediket û serde jî nûçeyên wekî qedexekirina xutbeya Kurdî belav dibûn.

Rêveberê Navenda Lêkolînên Kurdî, Reha Ruhavîoglu jî balê dikişîne ser cudahiya nêzîkatiya dewletê û aliyê Kurdî. Ruhavîoglu diyar kir ku desthilata Tirkiyeyê rê li ber pêvajoyê vedike lê carê naxwaze berpirsiyariya siyasî ya çareseriya giştî werbigre. 

Ruhavîoglu got: "Ev ne proseyek e ku bi temamî pirsgirêka Kurd çareser dike. Ji bo dewletê, ev zêdetir proseyek e ku dixwaze meseleya çekan çareser bike. Lê aliyê Kurd jî vê qebûl dike ku meseleya çekan were çareserkirin daku rê li ber çareseriya demokratîk a pirsa Kurd vebe."

Serokomariya Tirkiyeyê di daxuyaniya xwe herî dawî de diyar kiribû ku, ew rijd in pêvajoya aşitiyê bigihînin serkeftinê.(K24)

 

Ev nûçe bi tevahî 40 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 21:57:58