Polîtburoya PDKê ji bo rewşa aloz a Iraqê destpêşxeriyekî nû ragehand

Polîtburoya PDKê ji bo rewşa aloz a Iraqê û destpêşxeriyekî nû aşkera kir û daxuyanî da.

13 Tebax 2022 - 05:33
13 Tebax 2022 - 05:33
 0
Polîtburoya PDKê ji bo rewşa aloz a Iraqê destpêşxeriyekî nû ragehand

Polîtburoya PDKê ji bo rewşa aloz a Iraqê û destpêşxeriyekî nû aşkera kir û daxuyanî waha ye:

Derbarê rewş û aloziyên siyasî yên vê dawiyê li Iraqê, PDKê nerazîbûn û nerihetiya xwe ya li hember vê rewş û tengezariya siyasiya Iraqê nîşan dide. Aşkeraya k her di destpêka ragehandina encamên helbijartinên Iraqê yên meha cotmeha sala 2021ê de pêkhatin û ew pirsgirêk û alozî û pêşketinên piştî helbijartinê bûn asteng li pêş damezrandina hikûmeta nû ya Iraqê ya li ser bingehê destûrî ya bawerî pê hatî û li ser bingehê sîstema siyasî ya naha ya Iraqê û di encamê de welat geheşt rewşekî siyasî ya daxistî.

Bi dîtina hestpêkirina berpirsyartiya bilind û ji bo berjewendiya welat û ji bo parastina Iraqê ji wan metirsiyên ku di qonaxa naha de rast hatine, em daxwazê ji hemû rêveberên siyasî yên li qada Iraqê ne dikin ku di asta berpirsyartiya qonaxa naha de bin û daxwaz li hemû aliyan dikin pêngavên cîdî, pêwîst û bilez bavêjin, ku gotûbêjên bi berhem û serkeftî li ser bingehê destûra Iraqê encam bidin û ji bo rizgar kirina welat ji vê rewşa çeqî ya naha derbikeve. Ji bo wê jî, ji bo encamdana proseya çaksazî û guhertinên rasteqîn û başkirina rewşa naha ya Iraqê, dikare rêkeftinek bê kirin li ser encamdana helbijartinên pêşwext, piştî ku hemû alî rêkeftin û soza wê yekê jî bidin ku dê bi encamên dawî yên helbijartinan dê wekî xwe razî bibin û ezmûnên helbijartinên berê yên Iraqê jî bi wî awayî dubare nabe.

Polîtburoya PDKê

Ev nûçe bi tevahî 371 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 23:13:33