Projeyasa di Komîsyona Dadê de hat qebûlkirin

Hemû xalên projeyasaya "Bihêzkirina Hevgirtina Neteweyî û Yekbûna Civakî" di dengdanê de hatin qebûlkirin.

8 Tebax 2026 - 10:49
8 Tebax 2026 - 10:49
 0
Projeyasa di Komîsyona Dadê de hat qebûlkirin

Ev projeyasa ku di çarçoveya pêvajoya çareseriyê de wekî "yasaya çarçoveyê" tê naskirin, li Komîsyona Dadê ya Parlamentoya Tirkiyeyê hat gotûbêjkirin.

Piştî qebûlkirina xala 10an, hemû projeyasa hat pejirandin.

Di civînê de ji ber îtirazên ÎYÎ Partiyê yên li ser xalan alozî zêde bû.

Partiyên siyasî dikarin îro heta saet 11:00an îtirazên xwe yên li ser biryara Komîsyonê bi awayekî fermî pêşkêş bikin.

Civîna ku 18 demjimêran berdewam kir, piştî qebûlkirina hemû xalan bi dawî bû.

Tê texmînkirin ku ev projeyasa piştî 48 demjimêran biçe Civata Giştî ya Parlamentoyê da ku deng li ser were dayîn.

 

Ev nûçe bi tevahî 60 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 15:19:19