Pêşmerge bi tundî bersiva heşdî şeibî da!

Fermandarê giştî yê eniya rojavayê Kerkûk-Dubiz ê hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê, bersiva gotûbêjê heşdî şeibî da û ragehand: ‘Tu rêkeftinek derbarê vekişîna Pêşmerge de tuneye.’

26 Berfanbar 2016 - 07:14
26 Berfanbar 2016 - 07:14
 0
Pêşmerge bi tundî bersiva heşdî şeibî da!

Gotûbêjê heşdî şeibî Ehmed Esedî amaje bi vê dike ku rêkeftin di navbera serokwezîrê Iraqê û serokê herêma Kurdistanê de hatiye kirin ku Pêşmerge ji navçeyên sînorê Kurdistanê yên dervey rêveberiya herêma Kurdistanê ne bê vekşandin.

Li hember vê daxuyaniyê berpirsê eniya rojavayê Kerkûk-Dubiz ê hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê Kemal Kerkûkî ji BasNewsê re ragehand: ‘’Pêşmerge axa Kurdistanê ji terorîstan paqij dike û diparêze.’’

Kerkûkî got: ‘’Gotûbêjê heşdî şeibî xurifiye, eger na li kûderê rêkeftin bo vekişîna Pêşmerge hatiye kirin? Hêzên Pêşmerge di axa xwe de berevaniyê dike û Pêşmerge bi awayekî çalak beşdarî şerê terorîstên DAIŞê bûye.’’

Ev nûçe bi tevahî 2044 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 19:14:19