Pêşmerge li Xurmatû êrişa DAIŞê têk bir

Derengiya şeva borî li devera navçeya Xurmatû ya Silehêdînê êrişeke DAIŞê hate têkbirin û fermandarê mihwera Xurmatû jî dibêje "DAIŞê nekariye pêşve bê."

28 Gulan 2017 - 03:09
28 Gulan 2017 - 03:09
 0
Pêşmerge li Xurmatû êrişa DAIŞê têk bir

Fermandeyê Hêzên Pêşmergeyên li Eniya Xurmatû Ebdula Bor ji Rûdawê re ragihand ragihand çekdarên DAIŞê duh şev êrişî pêşmerge kir û şer û pevçûnên di navbera Hêzên Pêşmerge û çekdarên DAIŞê de 2 seatan berdewam kiriye.

Ebdula Bor wiha got: “Seat 23:30ê DAIŞê li gundê Hilêwe êrişî ser çeperên pêşmerge kir lê ew êrişa wan hatiye têkbirin"

Bor da xuyakirin ew bi lez bi hewara wê hêza pêşmerge ve çûne ku DAIŞê êrişî ser wan kiribû û karîne êrişa DAIŞê têk bibin û çend birîndarên pêşmerge jî hene.

Di dema ku fermandê Eniya Xurmatû ber bi cihê êrişa DAIŞê diçû bombeyek bi otomobîla wan teqiyaye û ew û ajokarê wî birîndar bûne.

Ev nûçe bi tevahî 1713 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 00:33:00