Pêşmerge êrîşeka din ya DAİŞ ê tekbir

Li navçeya Duzxurmatû, DAİŞ ê êrîşek anî ser hêzên pêşmerge lê pêşmerge bi tundî bersiva wan da. Piştî şereke bi sê sietan pêşmergeyek şehîd ket.

20 Hezîran 2017 - 05:46
20 Hezîran 2017 - 05:46
 0
Pêşmerge êrîşeka din ya DAİŞ ê tekbir

Îro danê sibê (20.06.2017) bi şefeqê re li ser sînorê Zerge, terorîstan êrîşê anîn ser xeta pêşmerge lê pêşmerge êrîşa DAİŞ ê tekbir. DAİŞ bi sê milan êrîşê anîne ser hêzên pêşmerge û 4 çekdarên DAİŞ ê hatine kuştin. Termê du terorîstan di navbera xeta pêşmerge û DAİŞ ê de mane û du ji wan ketine deste pêşmerge.

Êrîş ji aliyê 60 terorîstên DAİŞ ê ve hatiye kirin lê negihan armanca xwe. Dibe ku miriyên DAİŞ ê zêdetir bin jî. Lê ev xeta Duzxurmatû her dem xeta êrîşaye ku tînin ser pêşmergeyan, ji ber her dû alî cîranên hevin.

Ev nûçe bi tevahî 1572 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 08:39:20