Pêşmerge êrîşeke DAIŞê li Xurmatoyê şikand

Çekdarên DAIŞê careke din li sînorê Xurmatoyê ya başûrê Kerkûkê êrîşî ser çeperên Pêşmerge kirin, lê Pêşmerg êrîşa DAIŞê têk şikand û hemû çekdarên DAIŞê kuştin.

18 Hezîran 2017 - 06:55
18 Hezîran 2017 - 06:55
 0
Pêşmerge êrîşeke DAIŞê li Xurmatoyê şikand

Jêderekî agahdar ji K24ê re ragihand, îro berbangê çekdarên DAIŞê ku hemû xwekuj bûn, xwe vedizîn nava firokexaneya Hilêwê ku baregeha Fewca 4 a Lîwaya 116 Soran a hêza Pêşmerge lê ye, lê hêza Pêşmerge li wan hişyar bûn û hemû çekdarên DAIŞê kuştin.

Her li gor zanyariyên wî jêderî, yek ji xwekujên DAIŞê di deriyê firokxaneya Hilêwê de xwe teqand, lê ti ziyanek begihêşt Pêşmergeyan.

Ev nûçe bi tevahî 1483 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 19:12:13