PWK: Em Çêr û Heqaretên Li Hemberî Leyla Zanayê Hatine Kirin Şermezar Dikîn

Di pêşbirka futbolê ya di navbera Somaspor û Bursasporê de, hinek alîgirên futbolê li hemberî siyasetmedara kurd Leyla Zana xanimê "dirûşmên" tije çêr û heqaret berz kirine.
Çêr û heqaretên ku li dijî Birêz Leyla Zanayê hatine kirin, êrîşeke li dijî miletê Kurd û jinên Kurd e, li dijî exlaq û pîvanên mafên mirovan e.
Ev çêr û keqaretên kul i sîyasetmedara kurd leyla zana xanimê hatine kirin, berhem û nişana hişmendîya nîjadperest e, hişmendîya dijminatîya Kurdan e.
Em çêr û heqaretên li hemberî rêzdar Leyla Zana xanimê tawanbar dikin.
Em bang li rayedarên Dewleta Tirkîyeyê û Federasyona Futbolê ya Tirkiyeyê (TFF) dikin ku bi hesasî nêzîkî vê mijarê bibin, helwestê deynin û demildest tiştên pêwîstin pêk bînin.
Buroya Ragehandinyê ya Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)
Nûvekirina herî dawî: 15:33:31



































































































































































