PWK: Em Qetlîama ku 9 sal berê li ber Îstasyona Tirênê ya Enqereyê hate li dar xistin rûreş dikin

10 Cotmeh 2024 - 10:13
10 Cotmeh 2024 - 10:13
 0
PWK: Em Qetlîama ku 9 sal berê li ber Îstasyona Tirênê ya Enqereyê hate li dar xistin rûreş dikin

9 sal berê, di roja 10.10.2015ê de, li ber Îstasyona Tirênê ya Enqereyê terorîstekî xwekuj, di nav girseya ku xwepêşandan dikir de bombe teqand û di encamê de 101 mirov hatin qetil kirin, bi sedan kes jî birîndar bibûn.

Em di 9emîn salvegera vê qetlîamê de qesas û piştgirên vê qetlîamê careke din jî rûreş dikin.

Ruhê wan kesên ku hatin qetil kirin şad be, cîhê wan biheşt be.

Buroya Ragehandinê ya Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)

Ev nûçe bi tevahî 668 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 12:52:14