PWK li Amedê beşdarî civîna çapemenîyê ya Komeleya Şêx Seîd bû

Komeleya Şêx Seîd, bi minasebeta 101emîn salvegera tevgera neteweyî ya 1925ê ku bi rêbertîya Şêx Seîd Efendî pêk hatibû, roja 13.02.2026ê, li Amedê, li avahîya komeleyê civîneke çapemenîyê li dar xist.
Serokê Komeleya Şêx Seîd Kasim Firat di derbarê girîngîya tevgera neteweyî ya 1925ê û rola Şêx Seîd Efendî de axaftinek kir. Hemû rber û şehîdên tevgerê bi bîr anî.
Cîhgirên Serokê Giştî yê Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) Mehmet Can Azbay û Vahît Aba jî li ser navê PWKyê beşdarî vê civîna çapemenîyê bûn.
Nûnerên gelek partîyên sîyasî, dezgehên sivîl û kesayetên kurdistanî beşdarî vê civîna çapemenîyê bûn.
Buroya Ragehandinê ya Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)
Nûvekirina herî dawî: 16:06:43






































































































































































