PYD baregeha ENKS li bajarê Kobanê jî daxist

Asayişa Partiya Yekîtiya Demokratîk(PYD) li bajarê Kobanê baregeha Encûmen Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) daxistin.

17 Adar 2017 - 03:29
17 Adar 2017 - 03:29
 0
PYD baregeha ENKS li bajarê Kobanê jî daxist

Derbarê daxistina wê ofîsê endamekî PDK-S ku, nexwest nave wî were aşkerekirin ji BasNewsê re ragehand ku, îro Aseyîşa Partiya Yekîtiya Demokratîk(PYD) li bajarê Kobanê baregeha Encûmen Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) daxistin.

Berî niha li bajarê Kobanê Encûmena Xwecihiya wî bajarî ya ENKSê ragihandibû ku gropeke jinan bi navê “Malbeta Şehîdan” tên naskirin êrîşa baregeha xwecihiyê kiribûn û kelûpelê baregehê şikandin û Alaya Kurdistanê daxistin.

Ji aliyê xwe ve Serokê Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê(ENKS) ji malpera PDK-S re bi tûndî ew kiryar şermezar kir û ragehand ku, ewên serdana hemû konsolosxaneyên welatan cîhanê bikin û êrişên PYDyê li ser avahiyên wan li cem wan gilî bikin.

Ev nûçe bi tevahî 1673 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 14:11:05