PYD: Divê Hikûmeta Sûrya dev ji gefan berde

Hevserokê PYDê Şahoz Hesen ragihand, heger Hikûmeta Sûryê di pirsa danûstendinan de ciddî be, pêwsît e dev ji zimanê gefan berde.

17 Cotmeh 2018 - 05:52
17 Cotmeh 2018 - 05:52
 0
PYD: Divê Hikûmeta Sûrya dev ji gefan berde

Şahoz Hesen diyar kir, ku hîn rêjîma Sûryê dev ji hizra xwe ya kontrolkirina desthilatê û redkirina guhertinê berneda ye.

Bi gotina Şahoz Hesen: Hîn jî Hikûmeta Sûryê bi zimanê gefan diaxive, lê ew ti mifayê ji wan gefan nabîne.

Navhatî tekez kir, ku zimanê gefê ti çareyan ji kirîza Sûryê re, peyda nake û got: Em ji bo her gotûbêjeke zelal, ku tevahiya aliyên Sûrî pê razî bin amade ne.

Berî niha Wezîrê Derve yê Sûryê Welîd El-Muelim ragihanbû, ku piştî yekalîkirina rewşa Idlibê, ewê ber bi rojhilatê Çemê Firatê ve herin û wê deverê kontrol bikin.

Ev nûçe bi tevahî 1152 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 19:39:53