PYD kêlgeha petrolê ya Rimêlan li Rojava radestî rejîma Sûriyê dike

Rêveberiya PYD baskê PKK li Kurdistana Rojava kêlgeha petrolê ya bajarê Rimêlan bi temamî radestî rejîma Sûriyê kir.

7 Tîrmeh 2017 - 04:11
7 Tîrmeh 2017 - 04:11
 0
PYD kêlgeha petrolê ya Rimêlan li Rojava radestî rejîma Sûriyê dike

Li gor jêderekî ku, nexwet navê wî were aşkere kirin ji BasNewsê re ragehand ku, rêveberiya PYD û baskê wê yê leşkerî YPG li bajarê Rêmêlan Rêveberiya kêlgeha petrolê ya wî bajarî bi temamî radetî Rêveberiya kêlgehên petrolê ya Parêzgeha Hesekê ya ser bi Wezareta petrolê di hikumeta rejîma Sûriyê de kir.

Heman jêderî da zanîn ku, ew radestkirin ji girêbestên xizmetguzarî, kirîfirotin, mûçeyên karmendan, berhem û veguheztinê pêkdihat, tekez kir ku, rêkeftina her du aliyan di civîna wan ya roja Sêşema borî 4.07.2017de bû .

Radestkirina kêlgeha petrola Rimêlan a Kurdistana Rojava ji aliyê PYD ve bo rejîma Sûriyê di demekê de tê ku, Rûsya ji PYD dixwaze bajarê Efînê radestî rejîmê bike.

Ev nûçe bi tevahî 2734 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 22:53:54