Rejîm dixwaze operasyona Reqqa asteng bike

Rayedarên QSD ku pêşengiya wî YPG dijke bi rayedarên Koalisyona dibin pêşengiya DYA de ye civînek lidarxistin.

7 Tebax 2017 - 06:29
7 Tebax 2017 - 06:29
 0
Rejîm dixwaze operasyona Reqqa asteng bike

Dİ civînê de, rayedarên Karênderveyî ya Amerîka, Fermandarê Quwetên Taybet a Amerîkî, ji Rêveberiya Rojava Îlham Ehmed, Berdevkên QSD'ê Jiyan Şeyh Ahmed û Talal Sîlo Konseya Bajarê Reqqa Leyla Mistefa, Hevserokên Lijneya Tebqa û Berpirsê Hêzên Ewlehiya nav Reqqa Îdrîs Mihemmed cih girt.

Di vî civînê de liser mijarên; piştî rizgarkirina Reqqa, pirsgirêkên mîna ewlwhî, rêveberî û babetên aborî hat rawestandin.

Di civînê de mudaxeleyên welatên li herêmê, hewldanên Rejîmê jibo astengkirina operasyona Reqqa hat nîqaşkirin. Li gorî rayedarên QSD'ê ev babet herî girîngbû. Bi vî sedemê ji Koalîsyonê hat xwestin ku mijara dest avêtina rejîmê liser sinorên Federasyonê bête sekinandin.

Ev nûçe bi tevahî 1782 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 14:29:03