Rêveberiya Giştî ya Keşnasiyê hişyariya baranê da

Rêveberiya Giştî ya Keşnasiya Tirkiyê piştî lehiya 15ê Adarê ya li parêzgehên Semsûr û Rihayê yên Bakurê Kurdistanê ku di encamê de 14 kesan canê xwe ji dest dan, ji bo piraniya parêzgehan hişyariya baranbarînê da.

16 Adar 2023 - 04:01
16 Adar 2023 - 04:01
 0
Rêveberiya Giştî ya Keşnasiyê hişyariya baranê da

Li gor Rêveberiya Giştî ya Keşnasiya Tirkiyê îro 16ê Adarê li piraniya parêzgehên Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê dê baran bibare.

Her wiha li parêzgehên Mereş, Meletî, Xarpêt, Amed, Riha, Mêrdîn û Semsûrê yên Bakurê Kurdistanê jî baranek bihêz dibare.

Saziya navborî dibêje, li parêzgehên Mereş, Meletî, Xarpêt, Amed, Semsûr, Riha, Mêrdîn û Colemêrgê ligel barîna baranê dê bayeke zêde jî hebe.

Rêveberiya Keşnasiyê bo deverên çiyayî derbarê egera çêbûna aşûtê de hişyarî daye û ji xelkê wan navçeyan daxwaz kiriye ku tedbîrên xwe werbigirin.

Her wiha tê pêşbînîkirin ku di çar rojên pêş de heta 20ê Adarê li hemû parêzgehên Bakurê Kurdistanê baran û şilope bibare.

Ev nûçe bi tevahî 779 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 19:30:17