Rêveberiya Xweser: Em pabendî dan û standinan in
Heyeta Dan û Standinan a Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê pabendiya xwe ya bi domandina dan û standinên bi Hikûmeta Sûriyeyê re anî zimên û ragihand ku ew ji bo nîqaşkirina Peymana 10ê Adarê amadehiya damezirandina komîteyan dikin.

Îlham Ehmed bi şandeyê re civiya
Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed bi şandeya dan û standinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re civiya.
Heyetê li ser rûpela xwe ya Xê (Twitterê) diyar kir ku di civînê de beşdaran tekezî li ser domandina dan û standinên bi Hikûmeta Sûriyeyê re û nîqaşkirina entegrekirina saziyên birêvebirî û leşkerî li gorî Peymana 10ê Adarê kiriye.
Peymana 10ê Adarê ya HSD û Şamê
Di 10ê Adara 2025an de di navbera Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlum Ebdî û Serokkomarê Sûriyeyê Ehmed Şer de peymanek hatibû îmzekirin.
Li gorî peymanê, mafên Kurdan di Sûriyeya pêşerojê de tên misogerkirin, saziyên birêvebirî û leşkerî bi dewletê re tên entegrekirin, agirbest tê ragihandin, koçber li warên xwe vedigerin û têkoşîna li dijî terorê tê domandin.
Nûvekirina herî dawî: 14:40:01