Rıha: Kur bavê xwe da ber kêran û ew kuşt

Li navçeya Sirûcê ya parêzgeha Rihayê kesekî bavê xwe da ber kêran û ew kuşt.

21 Adar 2024 - 06:45
21 Adar 2024 - 06:45
 0
Rıha: Kur bavê xwe da ber kêran û ew kuşt

Li gorî agahiyan, doh li Sirûcê H.O. (64) û kurê wî Î.H.O. (31) ji ber mijara mîratê ketin qirika hev.

Piştî ku nîqaş gur bû, kur bavê xwe da ber kêran û reviya.

Tîmên tenduristiyê H.O. veguhast nexweşxaneyê lê ew ji mirinê nefilitî.

Hat ragihandin ku hêzên ewlehiyê ji bo girtina Î.H.O. xebatên xwe didomînin.

 

Ev nûçe bi tevahî 798 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 10:25:27