Rojnameyeka Amerîkî: Rûsya nahêle Erdogan pêşiya hinartina petrola Kurdistanê bigire

Rojnameyeka Amerîkî ragihandiye, berjewendiyên Rûsya li Herêma Kurdistana Iraqê nahêlin Tirkiye pêşiya hinartina petrola Kurdistanê bigire.

1 Cotmeh 2017 - 10:19
1 Cotmeh 2017 - 10:19
 0
Rojnameyeka Amerîkî: Rûsya nahêle Erdogan pêşiya hinartina petrola Kurdistanê bigire

Rojnameya Amerîkî ya “Monîtor”, behsa tehdîdên serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan bo sekinandina hinartina petrola Kurdistanê kiriye û ragihandiye, berjewendiyên Rûsya nahêlin Erdogan vê yekê bike çimkî Rûsya bi qasî 4 milyar dolar li Herêma Kurdistanê piroje daniye.

Wê rojnamê helwesta Rûsya û Tirkiyê li hember serxwebûna Herêma Kurdistanê daye ber hev û ragihandiye, Pûtîn li Tirkiyê da zanîn ku ew hurmeta îradeya gelê Kurdistana Iraqê digirin.

Erdogan ev çend roj in, ji ber referandoma serxwebûnê bi tundî gefan li Herêma Kurdistanê dixwe û dibêje, deriyê boriya petrola wan di destê me de ye, her gava em bixwazin em dikarin bigirin, wê çaxê tiştekî wan namîne bixwin!

Ev nûçe bi tevahî 1832 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 19:16:20