Rûsya: YPG Til Rifat radestê Artêşa Sûrîyê kir
Serokatiya Serfermandariya Wezareta Rûsya Şaxa Tevgera Sereke yê Serfermandariya Rûsyayê Orgeneral Sergey Rûdskoy ragihand ku ji bo berî li şerê di navbera hêzên kurd û Artêşa Sûriyeya Azad (ASA) bigirin herêma kêmkirina rageşiyan li Til Rifetê avakirin.

Sergey Rûdskoy ragihand û destnîşan kir ku, "Bi armanca berî li provokasyon û şerê di navbera hêzên kurd û milîtanên ASAyê bigirin, herêma kêmkirina rageşiyan li Til Rifetê bi piştgiriya Navenda Şopandina Agirbestê ya Rûsyayê ava kirine."
Rûdskoy da zanîn ku hêzên kurdan ji vê herêmê vekişiyane û hêzên hikûmeta Sûriyeyê li şuna wan hatine bicihkirin.
Generalê rûsî destnîşan kir ku ji bor ê li ber provokasyonên li herêmê bigirin û piştgiriya agirbestê bikin, polîsên leşker ên rûsî li herêma kêmkirina rageşiyan hatin bicihkirin.
Nûvekirina herî dawî: 18:08:52