Rûsya: Li Idlibê 45 çekdarên Cebhet El-Nusre hatin kuştin

Navenda Lihevhatinê ya Rûsyayê li Himêmîm a Laziqiyê ya Sûriyê ragihand ku firokeyên şer ên Rûsyayê êrîşî bingeheke Cepheya Nusre-Tehrîr el-Şam li derdora gundê Şêx Yûsif a li bakurê Idlibê kirine û di encamê de 45 çekdar hatine kuştin.

19 Îlon 2022 - 10:45
19 Îlon 2022 - 10:45
 0
Rûsya: Li Idlibê 45 çekdarên Cebhet El-Nusre hatin kuştin

Li gor ajansa fermî ya Sûriyê SANAyê, Cîgirê Serokê Navenda Lihevhatinê ya Rûsyayê Himêmîm a Laziqiyê ya Sûriyê Oleg Egorov ragihandiye, firokeyên şer ên Rûsyayê êrîşî bingeheke Cebheya Nusre-Tehrîr el-Şam li derdora gundê Şêx Yûsif ê li bakurê Idlibê kirine.

Oleg Egorov her wiha diyar kiriye ku di encama bombebaran de 45 çekdar hatine kuştin û di nav wan de fermandarên meydanî jî hebûne.

Li gor heman çavkaniyê, hefteya borî jî, firokeyên şer ên Rûsyayê êrîşî bingeheke Desteya Tehrîr el-Şam-Nusre li Deşta Roj li bakurê Idlibê kiribûn û di encam de 150 çekdar kuştibûn.

Ev nûçe bi tevahî 608 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 12:17:38