Şahê Urdinê sersaxî ji Serokwezîrê Herêma Kurdistanê re xwest

Şahê Urdinê ji ber şehîdbûna şeş Pêşmergeyan û birîndarbûna hejmareke Pêşmergeyên din sersaxî ji Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê re xwest.

26 Adar 2026 - 09:50
26 Adar 2026 - 09:50
 0
Şahê Urdinê sersaxî ji Serokwezîrê Herêma Kurdistanê re xwest

Şahê Urdinê Şah Ebdilayê Duyê doh (Çarşem, 25ê Adara 2026ê) ji ber şehîdbûna şeş Pêşmergeyan û birîndarbûna hejmareke din a Pêşmergeyan di êrîşa bi mûşekan a Îranê de peyameke sersaxiyê ji Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî re şand.

Peyama Şahê Urdinê:

Cenabê Mesrûr Barzanî Xudê biparêze

Serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê:

Silavên Xudê li we bin,

Min bi xemgîniyeke zêde nûçeya şehîdbûna hejmareke Pêşmergeyan (Xudê jê razî be) û birîndarbûna hejmareke din jî ji ber du êrîşên bi mûşekan ên Îranê bihîst. Ez bi navê xwe û gel û hikûmeta Şanişîna Urdinê ji ber vê karesatê ji dil sersaxiyê ji we re dixwazim û ji Xudayê mezin dixwazim ku, canê wan bi behiştê şa bike û sebir û hedarê bide malbat û gelê Herêma Kurdistana Iraqê yê bira û ez ji birîndaran re jî çarebûneke bilez dixwazim.

Îna lîlah we îna îleyhî racîon.

Birayên we:

Ebdilayê Duyê kurê Hisên

Şahê Şanişîna Urdinê

Eman

 

Ev nûçe bi tevahî 70 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 14:17:01