Şandeka PKKê serdana Bexda û Îranê dike

Hat zanîn ku şandeka PKKê, di çarçoveya hewlên xwe yên li dijî Herêma Kurdistanê de, piştî ku serdana Silêmanî û Bexdayê kiriye, çûye Îranê.

19 Adar 2017 - 04:42
19 Adar 2017 - 04:42
 0
Şandeka PKKê serdana Bexda û Îranê dike

Jêderekî ji BasNewsê re got, şandeka pilebilind ya PKKê, piştî ku serdana Silêmaniyê kir, serdana Bexdayê jî kir û bi nûnerê Heşda Şeibî û nûnerê cîgirê serokomarê Iraqê Nûrî Malikî re hevdîtin kirin, çû Îranê.

Piştî şerê Xanesorê û astengiyên ku PKKê li pêşiya pêşmergeyên Rojava derxist, têkiliyên PKK û Heşda Şeibî li dijî Herêma Kurdistanê bihêztir bûne.

Ev nûçe bi tevahî 1226 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 04:54:52