Şandeke Tirkiyê ya 50-60 kesî serdana Herêma Kurdistanê dike

Şandeke Tirkiyê ya 50-60 kesî serdana Herêma Kurdistanê dike

1 Gulan 2018 - 02:56
1 Gulan 2018 - 02:56
 0
Şandeke Tirkiyê ya 50-60 kesî serdana Herêma Kurdistanê dike

Li gor nûçeya Rûdawê Serokê Yekîtiya Jûrên Bazirganî û Pîşesazî yê Herêma Kurdistanê Dara Celîl Xeyat got ku hefteya pêşiya me şandeke bazirganî ya Tirkiyeyê serdana Herêma Kurdistanê dike.

Dara Celîl Xeyat da xuyakirin: "Roja Yekşema bê şandeke Tirkiyê dê bi mebesta encamdana konfranseke derbarê pêşxistina pêwendiyên aborî di navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiyê de, serdana Kurdistanê bike."

Xeyat got, ew şanda Tirkiyê ku biryare serdana Herêma Kurdistanê bike, "dê ji 50 heta 60 kesan pêk bê."

Herwiha Xeyat diyar kir ku piştî vebûna balafirxaneyan asta bazirganî û geştyariyê li herêmê zêde bûye.

Ev nûçe bi tevahî 1406 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 15:15:16