Şandeya Rojavayê Kurdistanê û Şamê li ser çi li hev kir?
Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê ragihand ku şandeya wan bi devkî pêşniyara entegrasyona HSDyê û Hêzên Ewlehiya Navxwe ji bo avakirina artêşeke rêxistinkirî pêşkêş kiriye.

Şandeya Rojavayê Kurdistanê ya ku ji Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî, Hevseroka Daîreya Pêwendiyê Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed û Fermandara Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) Rohilat Efrînê pêk tê, li Şamê bi Serokê Demkî yê Sûriyeyê Ehmed Şer û Wezîrê Karên Derve Esed Şeybanî re civiyan.
Li gorî daxuyaniya Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê li ser çar xalên serekî lihevkirine devkî hatiye kirin, di nav wan de rawestandina demildest a şer û yekxistina hêzên leşkerî hene lê ti peeymanên nivîskî nehatiye îmzekirin.
Li gorî daxuyaniyê behsa pêngavên pratîkî yên ji bo lezkirina bicihanîna Peymana 10ê Adarê hatiye kirin.
4 xalan lihevkirin çêbûye ev in:
- Agirbest: Pêkanîna agirbesteke giştî û demildest li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Helebê.
- Artêşeke Yekgirtî: Pêşniyara entegrasyona HSDyê û Hêzên Ewlekariya Navxweyî ji bo avakirina artêşeke birêxistinkirî ji bo tevahiya gelê Sûriyeyê.
- Guhertina Destûrê: Sererastkirina destûra Sûriyeyê bi awayekî ku nûnertiya hemû pêkhateyan bike.
- Şandeyê behsa xala çaremîn nekir lê tekez kir ku li ser van mijaran lihevkirineke devkî heye.
Şandeyê her wiha destnîşan kir ku di hevdîtinê de ti belgeyên fermî nehatine îmzekirin.
Nûvekirina herî dawî: 11:23:20