Şaredarê nû yê Patnosê hat hilbijartin

Berbijêrê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mehmet Şahîn Savci bû şaredarê nû yê navçeya Patonosê ya parêzgeha Agirî ya Bakurê Kurdistanê.

8 Tîrmeh 2023 - 04:29
8 Tîrmeh 2023 - 04:29
 0
Şaredarê nû yê Patnosê hat hilbijartin

Piştî ku hevşaredarên HDPê yên navçeya Patnosê Emrah Kiliç û Muşşeref geçer bi îddiya “fesadî xistine nav îhaleyê” hatibûn girtin, roja Înê 7ê Hezîrana 2023an şaredarê nû yê wê navçeyê hat hilbijartin.

Berbijêrê AK Partiyê Çetîn Taşdemîr û berbijêrê HDPê Mehmet Şahîn Savci bo şaredariya Patnosê hevrikiya hev kirin.

Di dengdanê de Mehmet Şahîn Savci ji tevahiya 18 dengên endamên encûmena Şaredariyê 14 deng bidest xistin û bû şaredarê nû yê Patnosê.

Savci piştî ku hat hilbijartin daxuyaniyek da û got: “Em dê ji bo Patnosa xwe bînin wî cihê ku heq dike kar bikin. Ji niha û pê ve 7 meh hene û em dê bi hev re karên baş bikin. Ez spasiya wan endamên encûmena me dikim ku deng dane min.”

Ev nûçe bi tevahî 497 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 02:57:46