Senherîb Bersûm: Diyalog rawestiyaye, Şam dixwaze saziyên me nehêle
Endamê Şandeya Dan û Standinên bi Şamê re ya Rêveberiya Xweser Senherîb Bersûm eşkere kir ku hikûmeta Şamê dixwaze hemû saziyên sivîl û ewlehiyê yên Rêveberiya Xweser nehêle û dan û standin niha rawestiyane.

Senherîb Bersûmê ku di heman demê de Serokê Partiya Yekîtiya Suryaniyan e amaje bi civîna wan a duhî ya li Hisîçayê (Hesekê) ya li gel nûnerên rêxistinên civaka jî kir û ajansa Rûdawê re ragihand ku Şendeya Dan û Standinan hewl dide “hemû pêkhateyên civaka li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê” li ser pêşhatên diyalogê agahdar bike.
Nakokiya li ser "tevlîkirina saziyan"
Senherîb Bersûm li ser helwest û armanca Şamê agahî dan û got:
"Tiştê ku di gerên berê de eşkere bû ew e ku Şam dixwaze hemû saziyên sivîl, ewlehî û leşkerî nehêle.
Ew bi vî rengî li benda tevlîkirina saziyan a ku di rêkeftina 10ê Adarê de hatiye û em li ser wê dixebitin dinêrin.
Lê ev têgihiştina wan e û têgihiştina me ya din a derbarê tevlîkirinê heye. Ev xaleke girîng û bingehîn e û hîn jî li ser wê nakokî heye.
Em wisa dibînin ku tevlîkirina saziyan tê wateya girêdana van saziyan a bi saziyên hevbeş ên li Şamê re, bêyî ku werin nehiştin.
Nenavendîtiya ku em banga wê dikin bi vî rengî ye ku saziyên ji aliyê xelkê herêmê ve hatine hilbijartin hebin û nûnertiya hemû pêkhate û vîna gelên xwe bikin.
Prensîba me ya bingehîn çareseriya siyasî ya aştiyane ya bi rêya danûstandinan e û ji bilî vê vebijêrka dan û standinê ji bo gihîştina çareseriyê ti vebijêrkeke din nîne."
"Em sîstema navendî û nenavendîtiya îdarî red dikin"
Bersûm teqez kir ku şêwazê sîstema birêvebiriyê ya paşerojê yek ji xalên herî aloz ên dan û standinan e û xwe lê berda:
“Di navbera nenavendîtiya ku em dixwazin û ya ku Şam dixwaze de mesafeyek heye.
Ji bo me, em sîstema navendî û nenavendîtiya îdarî ya ku di sîstema berê ya Esed de bi rêya Qanûna 107an dihat bikaranîn red dikin, ji ber ku desthilatên wê sînordar bûn û rastî gelek destwerdanên ji navendê dihat."
“Em dixwazin modeleke nû derxin”
Wî got jî ku Rêveberiya Xweser dixwaze modelek bi temamî nû ava bike û wiha li pey çû:
"Em wekî Sûriyeyî dixwazin modeleke nû derxin ku daxwaz û hêviyên hemû gelên me yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û herêmên din ên ku dixwazin di nav herêmên xwe de bibin xwedî desthilat pêk bîne da ku karibin kar û barên xwe bi rê ve bibin û nûnerên xwe bêyî destwerdan û tayînkirinên ku ji Şamê tên ferzkirin hilbijêrin."
"Modela me heye”
Bersûm teqez kir ku modela Rêveberiya Xweser a heyî bingehek e ku dev dev jê nayê berdan û got:
"Modela me heye ku me zêdetirî 10 salan li ser erdê bi cih aniye û em dikarin guherînan tê de bikin lê em nikarin vegerin paş an jî sîstemeke birêvebiriya navendî."
Bernameya perwerdeyê ya Rêveberiya Xweser berdewam dike
Bersûm derbarê dosyeya perwerdeyê daxuyand ku ew dosyeyeke pêşîn e ku Rêveberiya Xweser hêvî dikir berî destpêkirina sala nû ya xwendinê çareser bike û got:
"Bi giştî, Rêveberiya Xweser bernameya xwe ya taybet heye û bê guman dê pê berdewam bike."
Wî yek ji daxwazên sereke yên li ser maseya diyalogê bi vî rengî eşkere kir:
"Yek ji daxwazên me di nav komîteya hevbeş de ew e ku Şam dîplomayên ku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dide nas bike.
Ev jî di nav daxwazên me yên bingehîn de ye û dema dan û standin vegerin, dibe ku ev dosye bibe pêşînek."
Rawestîna dan û standinan
Senherîb Bersûm derbarê çarenivîsa dan û standinên bi hikûmeta Sûriyeyê re got ku dan û standin piştî ku Şamê gera dan û standinan a ku dê li Parîsê bihata lidarxistin red kiriye rawestiyane û biland:
"Heta niha dema gera bê nehatiye diyarkirin û em ji bo diyarkirina cih û demê li benda bersiva Şamê ne.
Ji bo me girîng e ku dan û standin dest pê bikin û bimeşin da ku em bigihîjin lihevkirinên ku her du aliyan û gelê Sûriyeyê razî bikin.
Dibe ku rêkeftina 10ê Adarê heta dawiya îsal mohletek diyar kiribe lê ji ber vê derengmayînê dibe ku em nikaribin di mehên pêşiya me de hemû karan biqedînin lê eger em çend mehên din dereng bimînin ne pirsgirêkeke mezin e da ku em bigihîjin çareseriyên temam ên ku sûdê didin tevahiya gelê Sûriyeyê."
Peymana 10ê Adarê
Fermandarê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) General Mezlûm Ebdî û Serokkomarê Demkî yê Sûriyeyê Ehmed Şer û 10ê Adara 2025an peymanek îmze kir ku agirbestê û tevlîkirina HSDyê ya nav saziyên dewleta Sûriyeyê û ji misogerkirina mafan pêk dihat.
Peyman di têkiliyên di navbera Şamê û Rêveberiya Xweser de wekî xaleke veguherînê hat dîtin.
Lê ji ber ku hikûmeta Sûriyeyê piştî îmzekirina peymanê bi çend rojan daxuyaniyeke destûrî ya yekalî derxist, rêya rêkeftinê zû rastî astengiyan hat.
Nûvekirina herî dawî: 13:45:15