Serdana Erdogan bo Berlînê hate betalkirin

Serdana Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan ku dihat payîn di dawiya vê hefteyê de biçûya Berlînê paytexta Elmanyayê, lê ev serdan hate betalkirin.

25 Çile 2023 - 04:13
25 Çile 2023 - 04:13
 0
Serdana Erdogan bo Berlînê hate betalkirin

Biryar bû Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan roja Şemiyê 27ê Çileyê serdana Berlînê bikira, lê Erdogan dev ji çûyîna Berlînê berda.

Li gor nûçeyên medyaya Almanyayê, Şewirmendên Serokwezîrê Almanyayê û Serokomarê Tirkiyê li ser dem û naveroka serdanê lihev nekirine û ji ber vê yekê serdan hatiye hilweşandin.

Roja 13ê Çileya 2023an Parlamenterê AK-Partiyê Mustafa Açıkgoz li bajarê Neussê yê Almanyayê serdana malbendekê nêzikê MHPê kiribû û gotibû, ew ê alîgirên PKKyê û Tevgera Fetullah Gulen jinav bibin. Ev daxuyanî ji aliyê Wezareta Derve ya Almanyayê ve hatibû şermezarkirin.

Rojanameya Frankfurter Rundschau dibêje, AK-Partî serdanên xwe yên bo welatên derve ji bo bangeşeyên hilbijartinê bikar tîne, lê li gor yasayên Almanyayê, çalakî û kombûn pêş werin kirin, divê sazî û dezgehên fermî yên Almanyayê were agahdarkirin.

Ev nûçe bi tevahî 1214 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 05:54:28