Sererkanê Giştî: Bexda bê Pêşmerge nikare herêmên nakok biparêze

Sererkanê Giştî yê Pêşmerge Ferîq Cemal Êmînkî ragihand ku Iraqê bê Pêşmerge nikarin navçeyên nakok ên di navbeyna Xaneqîn û Şingalê de biparêzin.

4 Avrêl 2018 - 04:25
4 Avrêl 2018 - 04:25
 0
Sererkanê Giştî: Bexda bê Pêşmerge nikare herêmên nakok biparêze

Sererkanê Giştî yê Pêşmerge Ferîq Cemal Êmînkî ragihand ku Iraqê bê Pêşmerge nikarin navçeyên Kurdistanî yên di navbera Xaneqîn û Şingalê de biparêzin. Herwiha DAIŞê taktîkên xwe yê şer guhertiye û her roj ziyaneke mezin dighîne hêzên iraqî.

Cemal Emînkî di berdewamiya axaftina xwe de got: "Heta niha tu peymanek di navbera hikûmeta Herêma Kurdistan û hik3umeta navendî ya Bexdayê de li ser birêvebirina navçeyên Kurdistanî nehatiye kirin, lê rêvebirin amerîkî û brîtanî hewl didin ew herêm bi hevbeşî werin birêvebirin."

Hêjayî gotinê ye ku duhî berpirsê Yekgirtuya Îslamî yê Kerkûkê Ednan Seyîd jî di axaftina xwe ya çapemeniya kurd de gotibû Herêma Kurdistan û Amerîka li hev kir û heta demeke nêzîk wê hêzên Pêşmerge vegerin Kerkûkê.

Ev nûçe bi tevahî 1122 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 13:51:41