Serok Barzanî beşdarî destûrdariya hêzên Zêrevanî bû

Serok Mesûd Barzanî beşdarî merasîma bidawîhatina heyama “Pêkvejiyan” a Hêzên Pêşmergeyên Zîrevanî bû.

16 Tebax 2018 - 15:16
16 Tebax 2018 - 15:16
 0
Serok Barzanî beşdarî destûrdariya hêzên Zêrevanî bû

Bi amadebûna Serok Barzanî li Fêrgeha Zêrevanî ya bajarê Hewlêrê merasîma bidawîhatina heyama “Pêkvejiyan” ya Serdesteya Yek birêve çû.

Wezîrê Pêşmerge yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi wekalet Kerîm Şingalî û Fermandarê Fermandariya Pêşmergeyên Zîrevan Lîwa Ezîz Weysî û nûnerê Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî di merasîmê de amade bûn.

Di wê çarçovê de, Wezîrê Pêşmerge gotarek pêşkêş kir û behsa rola hêzên Zîrevanî di şerê li dijî DAIŞê kir û spasiya Serok Barzanî kir bo piştevaniya berdewam ji hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê re.

Ev nûçe bi tevahî 1826 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 23:02:32