Serok Barzanî pêşwazî li şandeke parlamenterên serbixwe yên Iraqê dike

Serok Mesûd Barzanî îro 5ê Hezîranê ligel şandeke endamên serbixwe yên Encûmena Nûneran a Iraqê civiya.

6 Hezîran 2022 - 03:08
6 Hezîran 2022 - 03:08
 0
Serok Barzanî pêşwazî li şandeke parlamenterên serbixwe yên Iraqê dike

Li gorî daxuyaniya Baregeha Barzanî, Serok Mesûd Barzanî îro pêşwazî li şandeke endamên serbixwe yên Encûmena Nûneran a Iraqê kir.

Di hevdîtinê de, rewşa siyasî ya Iraqê û xetimandina proseya siyasî ya Iraqê hatin gotûbêjkirin û şanda mêvan destpêşxeriyên xwe yên ji bo rizgarbûna ji qeyran û astengiyên li pêş proseya siyasî ya Iraqê pêşkêş kirin.

Her di vê hevdîtinê de, tekezî li wê hate kirin ku berdewamiya qeyrana siyasî, metirsiyeke cidî li ser berjewendiyên welatiyan û aramiya Iraqê dirust dike.

Ev nûçe bi tevahî 569 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 23:54:19