Serok Barzanî pêşwaziya Sikirtêrê Giştî yê Hevpeymaniya Neteweyî ya Teqedumê dike

Serok Barzanî li Pîrmamê pêşwaziya Sikirtêrê Giştî yê Hevpeymaniya Neteweyî ya Teqedumê, Şêx Cemal, kir

24 Cotmeh 2023 - 11:51
24 Cotmeh 2023 - 11:51
 0
Serok Barzanî pêşwaziya Sikirtêrê Giştî yê Hevpeymaniya Neteweyî ya Teqedumê dike

Serok Barzanî pêşwaziya Sikirtêrê Giştî yê Hevpeymaniya Neteweyî ya Teqedumê kir. Di wê hevdîtinê de, rewşa siyasî ya Îraqê û dawî pêşhatên piroseya siyasî hatin behskirin.

Roja Sêşemê, 24ê Cotmeha 2023ê, Serok Barzanî li Pîrmamê pêşwaziya Sikirtêrê Giştî yê Hevpeymaniya Neteweyî ya Teqedumê, Şêx Cemal, kir.

Li gor ragehandineke baregayê Barzanî, di wê hevdîtinê de rewşa siyasî ya Îraqê û dawî pêşhatên piroseya siyasî hatin behskirin.

Di pareke din a wê ragehandinê de hatiye ku di wê hevdîtinê de tekez hat kirin ku hevahengî û lihevnêzîkbûn û pevguhertina dîtin û nerînan di navbera pêkhatên siyasî yên Îraqê de bi merema çarekirina arêşeyan berdewam be.

Ev nûçe bi tevahî 842 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 06:28:19