Serok Barzanî û Konsulê Giştî yê Fransayê civiyan

Serok Mesûd Barzanî û Konsulê Giştî yê Fransayê yê Herêma Kurdistanê li Hewlêrê civiyan û pêwendiyên dualî gotûbêj kirin.

2 Tebax 2024 - 07:05
2 Tebax 2024 - 07:05
 0
Serok Barzanî û Konsulê Giştî yê Fransayê civiyan

Serok Barzanî duh li navçeya Pîrmamê ya Hewlêrê Konsulê Giştî yê Fransayê yê Herêma Kurdistanê M. Yann Braem pêşwazî kir.

Li gorî daxuyaniya Ofîsa Serok Barzanî di civînê de her du aliyan tekezî li ser dostînî û pêwendiyên dîrokî yên di navbera Herêma Kurdistanê û Fransayê de û pêşxistina wan pêwendiyan kirin.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:

“Di wê civînê de, her du aliyan dîtin û nerînên xwe li ser dawî pêşhatên siyasî yên Îraq û herêmê û pêwendiyên di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Îraqê û herwiha hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê ji hev re veguhastin.”

 

Ev nûçe bi tevahî 999 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 02:38:47