Serok Barzanî û Mezlûm Ebdî civiyan

Serok Mesûd Barzanî û Şêwirmendê Serokkomariya Sûriyeyê Mezlûm Ebdî civiyan.

13 Cotmeh 2026 - 10:30
13 Cotmeh 2026 - 10:30
 0
Serok Barzanî û Mezlûm Ebdî civiyan

Serok Mesûd Barzanî doh li navçeya Pirmamê ya Hewlêrê Şêwirmendê Serokkomariya Sûriyeyê Mezlûm Ebdî û şandeya li gel wî qebûl kirin.

Rewşa siyasî û pêşhatên dawî

Di hevdîtinê de li ser rewşa siyasî û rûdanên dawî yên li Sûriye, Rojavayê Kurdistanê û herêmê bîr û ra hatin guhertin.

Paşeroja Kurdan li Sûriyeyê

Serok Barzanî û Mezlûm Ebdî di civînê de bal kişand ser paşeroja Kurdan a li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê.

Her du aliyan giringiya pêvajoya diyalogê, hewlên ji bo çareserkirina pirsgirêkan û mîsogerkirina aramiyê gotûbêj kirin.

 

Ev nûçe bi tevahî 61 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 22:12:19