Serok Barzanî û Tom Barack rewşa herêmê gotûbêj kir

Serok Mesûd Barzanî û Nûnerê Amerîkayê yê Karû Barên Sûriyeyê Tom Barack rewşa herêmê û Rojavayê Kurdistanê gotûbêj kir.

9 Sibat 2026 - 10:06
9 Sibat 2026 - 10:06
 0
Serok Barzanî û Tom Barack rewşa herêmê gotûbêj kir

Doh di navbera Serok Mesûd Barzanî û Nûnerê Amerîkayê yê Karû Barên Sûriyeyê Tom Barack peywendiyeke telefonî pêk hat.

Di wê peywendiyê de, her du aliyan behsa rewşa giştî ya siyasî ya herêmê û rûdan û guherînên dawî yên li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê kirin.

Her du alî li ser wê yekê hevnêrîn bûn ku ji bo ku rê li ber kaos, nearamî û şer bê girtin û aştî û aramî bê misogerkirin divê hemû hewl û rêbaz bidomin.

Her wiha Serok Barzanî û Tom Barack rola hev a di pêkanîna aştî û aramiya herêmê de bilind nirxand.

Serok Barzanî di heman demê de spasiya rola Amerîkayê kir û tekezî li ser girîngiya parastina hevpeymaniya di navbera gelê Kurdistanê û Amerîkayê de kir.

 

Ev nûçe bi tevahî 35 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 11:24:52