Serokê PWKyê: Divê hemû Kurd ji bo Rojavaya Kurdistanê seferber bibin

Serokê Giştî yê Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) Mustafa Ozçelîk got, “Divê hemû Kurdên cîhanê ji bo li Rojavaya Kurdistanê statuyeke siyasî bê bidestxistin seferber bibin.”

30 Berfanbar 2025 - 10:48
30 Berfanbar 2025 - 10:48
 0
Serokê PWKyê: Divê hemû Kurd ji bo Rojavaya Kurdistanê seferber bibin

Mustafa Ozçelîk her wiha got, “Divê hêza leşkerî ya Rojavayê Kurdistanê bimîne.” 

Serokê Giştî yê PWKyê Mustafa Ozçelîk li Êliha Bakurê Kurdistanê semînerek li dar xist.

Mustafa Ozçelîk di axaftina xwe de li ser her çar parçeyên Kurdistanê, Tirkiye, Sûriye, Îraq, Îran û rûdanên li Rojhilata Navîn agahî dan.

"Dewletê hesabê komkujiyan nedaye"

Ozçelîk bi bîranîna Komkujiya Robozikê dest pê kir û bal kişand ser "bêcezakirinê" û got:

“Dewleta Tirkiyeyê heta îro hesabê komkujiyên li Koçgirî, Şêx Seîd, Agirî, Zîlan û Dêrsimê nedaye.

Di salên 90î de 17 hezar mirov bi navê ‘kujerê wan ne diyar’ hatin qetilkirin.

Ji ber ku hesab nehat dayîn, Robozik jî bi rengekî bêminet pêk anîn.

Niha behsa ‘Tirkiyeya Bêteror’ dikin lê gelo li ser terora dewletê ya 100 salan tiştekî dibêjin?”

Rexne li raporên partiyên siyasî

Mustafa Ozçelîk raporên ku AK Partî, MHP û CHPyê pêşkêşî parlamentoyê kirine rexne kirin û got ku di wan de behsa mafên Kurdan nayê kirin.

Ozçelîk her wiha rexne li DEM Partî û HUDA PARê jî girtin:

“Mixabin di raporên DEM Partî û HUDA PARê de jî rastiya ku pirsgirêka Kurdan pirsgirêka milet û welatekî ye hatiye paşguhkirin.

Çareserî tenê bi ‘hemwelatiya wekhev’ hatiye pênasekirin.

Di rapora DEM Partiyê de daxwaza nasandina nasnameya miletê Kurd û fermîbûna zimanê Kurdî bi zelalî nehatiye ziman.”

"Divê hêza leşkerî ya Rojava bimîne"

Serokê PWKyê piştgiriya xwe ji bo Konferansa Qamişloyê anî zimên û derbarê hêzên leşkerî yên li Rojavayê Kurdistanê de helwesta xwe eşkere kir:

“Daxwaza tasfiyekirina hêza leşkerî ya li Rojavayê Kurdistanê ne rast e, întixar e.

Divê ev hêza leşkerî wekî aliyekî cuda bibe beşeke Artêşa Sûriyeyê ya paşerojê û divê mafê federalî û perwerdeya bi zimanê Kurdî di destûreke demokratîk de bên misoger kirin.”

"Peymana Lozanê derz xwariye"

Ozçelîk analîzeke jeopolîtîk kir û sedema tirs û liv û tevgera Tirkiyeyê wiha şîrove kir:

“Îro Peymana Lozanê li Başûrê Kurdistanê derzeke mezin xwariye. Ev derz ber bi Rojavayê Kurdistanê ve dimeşe.

Piştî şikesta Îranê, ev derz dê ber bi Rojhilat û hêdî hêdî ber bi Bakur ve were. Tirsa Tirkiyeyê jî ev e, dixwaze rê li ber kûrbûna vê derzê bigire.”

Banga ji bo Başûrê Kurdistanê

Mustafa Ozçelîk bangî partiyên Başûrê Kurdistanê kir ku nakokiyan deynin aliyekî:

"Divê partiyên Başûr (PDK û YNK) hikûmeteke hevbeş ava bikin û hêzên Pêşmerge, diplomasî û aboriya xwe bikin yek.

Parastina destkeftiyên Herêma Kurdistanê erkeke pîroz a hemû Kurdan e."

 

Ev nûçe bi tevahî 27 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 12:53:42