Serokerkan û Hevpeyman tekezê li ser bilezkirina yekkirina hêza Pêşmerge dikin

Serokerkanê Wezareta Pêşmerge bi Fermandeyê Hêzên Hevpeymanan re tekezê li ser bilezkirina pêngavên yekkirina yekîneyên cuda cuda yên hêza Pêşmerge dikin.

23 Cotmeh 2024 - 07:25
23 Cotmeh 2024 - 07:25
 0
Serokerkan û Hevpeyman tekezê li ser bilezkirina yekkirina hêza Pêşmerge dikin

Li dû ragehandineke Wezareta Pêşmerge, Serokerkanê Wezareta Pêşmerge Ferîq Rukin Îsa Uzêr duh (Sêşem, 22.10.2024) li gel Fermandeyê Hêzên Hevpeymanan li Herêma Kurdistanê Kolonel Rab Brandsteder û şanda pê re civiya.

Li dû ragehandina wê wezaretê, tewerê serekî yê wê civînê girêdayî karûbarên firqeyan û bicihanîna bername û pilanên çaksaziyê li Wezareta Pêşmerge û rêkxistina tevaya hêzan bû, herwesa rewşa niha ya hêza Pêşmerge û pêşxistina peywendiyên navbera Wezareta Pêşmerge û Hevpeymanan xistin ber behs û xeberan.

Wezareta navbirî herwesa ragehandiye, “Her du alî li ser bilezkirina pêngavan ber bi yekkirina yekîneyên cuda cuda yên hêza Pêşmerge bo ser Wezareta Pêşmerge û rêkxistina wan di çarçoveya firqeyan de hevnerîn bû.”

Ev nûçe bi tevahî 546 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 10:28:52