Serokwezîr Barzanî gihîşt Bexdayê

Şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi serokatiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî gihîşt Bexdayê û li Koşka Selam ji aliyê Serokomarê Iraqê Berhem Salih pêşwazî lê hate kirin.

16 Tîrmeh 2019 - 06:58
16 Tîrmeh 2019 - 06:58
 0
Serokwezîr Barzanî gihîşt Bexdayê

Qasekî beriya niha şanda hikûmeta Kurdistanê bi serokatiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî gihîşt Bexdayê.

Şanda hikûmetê destpêkê ji aliyê serokomar Berhem Salih ve hat pêşwazîkirin.

Piştî ku şanda Kurdistanê bi Berhem Salih re hevdîtin kir dê bi serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî û serokê parlementoya Iraqê Mihemed Helbûsî re jî hevdîtin bike.

Şanda Kurdistanê ji serokwezîr Mesrûr Barzanî, cîgirê wî Qubad Talebanî û çend wezîrên hikûmetê pêk hatiye.

Tê gotin ku mijara serekî ya hevdîtinên şanda Kurdistanê bi rayedarên Bexdayê re petrol û bûdceya Kurdistanê û rewşa deverên Kurdistanî yên li derveyî Herêma Kurdistanê bi taybet Kerkûk e.

Ev nûçe bi tevahî 831 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 04:15:09