Serokwezîr Barzanî ji bo Şêx Ednan Neqşîbendî peyamek serxweşiyê belav kir

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî serxweşî li malbat û dostên Wezîrê berê yê Ewqaf a Hikûmeta Herêma Kurdistanê Şêx Ednan Neqşîbendî kir.

20 Îlon 2022 - 09:26
20 Îlon 2022 - 09:26
 0
Serokwezîr Barzanî ji bo Şêx Ednan Neqşîbendî peyamek serxweşiyê belav kir

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro bi boneya koça dawî ya Şêx Ednan Neqşîbendî peyamek serxweşiyê belav kir

Barzanî di peyama xwe de ev gotin anîne ziman: ‘’Mixabin nûçeya koça dawî ya kesayeta navdar û endamê dema yekem a Parlamentoya Kurdistanê û Wezîrê Ewqaf û karûbarên olî yê berê Şêx Ednan Neqşîbendî min bîhîst û serxweşiyê li malbata wî ya birêz û dostên wî dikim û hevbeşê xema we me. Ji xwedayê dilovan daxwaz dikim, xwedê jê razî bi beheşta xwe şad bike û sebr û aramiyyê bide hemû aliyekî.’’

Ev nûçe bi tevahî 530 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 12:59:31