Serokwezîr: Erkê me hemûyan xizmetkirina welatiyan e
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ragihand ku erka wan bêyî cudahî xizmetkirina welatiyên Herêma Kurdistanê ye.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro sêşem 12ê Mijdarê li gel serokên civatên parêzgehên Kurdistanê civiya û di civînê de tekezî li ser girîngiya rola civatên parêzgehan a bo çavdêrîkirina bickirina karnameya hikûmetê, bi taybetî cîbicîkirina bernameya reforman hat kirin.
Mesrûr Barzanî daxwaz ji civatên parêzgehan kir da ku bo cîbicîkirina projeyan di çarçoveya siyaseta giştî û bi armanca nehêlana rûtînê û asankarî bo cîbicîkirina karûbarên welatiyan, hevkariya hikûmetê bikin.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê herwiha diyar kir ku karmend û fermanberên hikûmetê ji Serokê hikûmetê û wezîran bigire heta karmendeke normal ên di dezgehên hikûmetê de, erkê wan xizmetkirina welatiyên herêma Kurdistanê bêyî cudatiye, hevdem lazim e mafên fermanberan jî li ber çavan re werin derbaskirin û hewl bo vê yekê were dayîn daku civak ji civakeke bikarhêner biguhere bo civakeke berhemhêner.
Nûvekirina herî dawî: 12:12:25