Serokwezîrê Herêma Kurdistana û Balyoza Swêdê li Iraqê civiyan

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li Balyoza Swêdê ya li Iraqê Jessica Svardstrom kir.

14 Adar 2023 - 07:18
14 Adar 2023 - 07:18
 0
Serokwezîrê Herêma Kurdistana û Balyoza Swêdê li Iraqê civiyan

Di civînê de, Mesrûr Barzanî û Jessica Svardstrom rewşa giştî ya Iraqê û pêşxistina pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Swêdê de gotûbêj kirin.

Mijareke civînê taybet bû bi girîngiya encamdana hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê di demeke guncaw a îsal de bû. Di vî warî de, Mesrûr Barzanî amadebûna hikûmetê bo hêsankarî û heVahengiya proseya hilbijartinan dubare kir.

Çaksaziyên Kabîneya Nehem, çareserkirina kêşeyên Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal li ser bingeha destûrê, cîbicîkirina rêkeftina Şingalê, asayîkirina rewşa navçeyê û rêxweşkirina bo vegera koçberan, mijarên din ên civînê bûn.

Ev nûçe bi tevahî 519 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 12:11:25