Serokwezîrê Îraqê bi Bafil Talebanî re civiya

Serokwezîrê Îraqê li Silêmaniyê bi Serokê YNKyê Bafil Talebanî re civiya û daxwaza avakirina Hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê kir.

14 Mijdar 2024 - 07:07
14 Mijdar 2024 - 07:07
 0
Serokwezîrê Îraqê bi Bafil Talebanî re civiya

Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî duh piştî ku li Hewlêrê bi Serok Mesûd Barzanî, Serokwezîr Mesrûr Barzanî û Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re civiya çû Silêmaniyê û bi Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Talebanî û Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qûbad Talebanî re civiya.

Ofîsa Ragihandinê ya Serokwezîriya Îraqê li ser serdana Sûdanî ya Silêmaniyê daxuyanî belav kir.

Li gorî daxuyaniyê di civînê de hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê û rewşa herêmê hatin gotûbêjkirin.

Sûdanî diyar kir ku bipêşketineke din a li pêşiya serkeftina pêvajoya hilbijartinên Herêma Kurdistanê avakirina hikûmetê ye.

Serokwezîrê Îraqê hêviya bilezkirina avakirina Hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê xwest.

Sûdanî îro serdanekê hat Herêma Kurdistanê.

Sûdanî bi serkirdeyên Kurdistanê re li ser meaş, petrol, avakirina hikûmetê û rewşa herêmê gotûbêj kirin.

 

Ev nûçe bi tevahî 457 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 18:42:37