Serokwezîrê nû yê Sûriyeyê diyar bû

Piştî rûxandina rejîma Beşar Esed, Mihemed El-Beşîr wekî serokê hikûmeta demkî ya Sûriyeyê hate destnîşankirin.

10 Berfanbar 2024 - 07:17
10 Berfanbar 2024 - 07:17
 0
Serokwezîrê nû yê Sûriyeyê diyar bû

Tehrîr El Şamê (HTŞ) doh Şama paytexta Sûriyeyê kontrol kir û dawî li desthilata Beşar Esed hat.

Tehrîr El Şamê (HTŞ) Mihemed El-Beşîr wekî serokwezîr destnîşan kir û talîmat da ku hikûmeta nû ya veguhêz ava bike.

Mihemed Beşîr berê serokatiya hikûmeta li Îdlibê dikir ku ji aliyê HTŞyê ve dihate birêvebirin.

Ev nûçe bi tevahî 379 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 01:39:26