Sîpan Hemo: Ajandaya me ya cudaxwaziyê nîne, lê Şam bi awayekî yekalî tevdigere

Fermandarê payebilind ê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Sîpan Hemo ragihand, danûstandinên di navbera hêzên wan û hikûmeta demkî ya Sûriyeyê de di "dema gelek hestiyar" Re derbas dibin û tekez kir ku "gavên ciddî yên berbiçav" ji bo pêşketineke konkret di warê tevlîbûna siyasî û leşkerî de nehatine avêtin.

6 Mijdar 2025 - 17:48
6 Mijdar 2025 - 17:48
 0
Sîpan Hemo: Ajandaya me ya cudaxwaziyê nîne, lê Şam bi awayekî yekalî tevdigere

Hemo di hevpeyvînekê de bi malpera "Al-Monitor" re, da zanîn ku HSD bi temamî pabendî peymana 10'ê Adarê ya ku bi hikûmeta demkî re îmze kiriye ye û destnîşan kir ku tevlîbûna (entegrasyon) di nav dewleta Sûriyeyê de ji bo HSD'ê "bijardeyeke stratejîk" e.

Herwiha Hemo got: "Me pabendbûna xwe ya tam bi peymana 10'ê Adarê re tekez kiriye û em bi rastî dixwazin ber bi entegrasyonê ve biçin, berpirsiyariyên xwe hilgirin û di rêveberiya welat de beşdar bibin. Ev ji bo me vebijarkeke stratejîk û armanca me ya sereke ye. Berevajî tiştên ku tên gotin, me ajandayeke cudaxwaz nîne û em hewl nadin dewleteke serbixwe ava bikin. Lê hin kes hene ku bi berdewamî derewên bi vî rengî belav dikin."

Herwiha destnîşan kir, cewhera nakokiyê di navbera HSD û hikûmeta demkî de, di cudahiya têgeh û dîtinên derbarê wateya tevlîbûn û hevpariyê de ye û diyar kir ku aliyê hikûmetê tevlîbûnê wek "destberdana ji nasnameyê" dibîne, lê HSD wê wek "pêvajoyeke demokratîk a li ser bingeha parastina hebûn û vînê" dihesibîne.

Hemo herwiha rexne li pêngavên yekalî yên ku hikûmeta demkî li Şamê bêyî şêwra bi HSD'ê re avêtine, girt û got: "Hikûmeta demkî bêyî şêwra me hate avakirin, destûr bêyî beşdariya me hate formulekirin, û hilbijartinên parlamentoyê yên ku tenê şanoyek bûn, hatin lidarxistin. Gelo çawa mirov dikare di rewşeke wiha de behsa hevpariyeke rastîn bike? Ew bi awayekî yekalî tevdigerin, paşê me bi nexwestina tevlîbûnê tawanbar dikin. Divê ev yek baş bê fêmkirin."

Sîpan Hemo destnîşan kir, girêdana mijara tevlîbûnê an radestkirina çekan bi demeke diyarkirî ve, şaş e û tekez kir ku pêşketina di vê pêvajoyê de "bi asta demokratîkbûna Şamê ve girêdayî ye." Herwiha da zanîn ku Amerîka "aliyê sereke" ye di pêvajoya danûstandinan de.

Derbarê egera rûdana şerekî nû de, Hemo amaje kir ku HSD ji aliyê leşkerî ve xwe amade dike, ji ber ku aloziyên di navbera herdu aliyan de berdewam in û bawerî tune ye. Herwiha got: "Rêya ku ji Dêr Hafirê diçe Reqa û Tebqayê ev du meh in li pêşiya sivîl û leşkeran girtî ye. Ji ber vê yekê, normal e ku em xwe ji aliyê leşkerî ve amade bikin. Em xwe naxapînin."

Fermandarê di HSDê de da zanîn jî, tevî hemû astengiyan, bijardeya diyalogê hîn jî li ser maseyê ye, bi armanca gihîştina peymaneke ku "mafên hemû pêkhateyên Sûriyeyê ji Durzî, Elewî, Xiristiyan, Tirkmen û Kurdan misoger bike."

 

Ev nûçe bi tevahî 13 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 19:59:26