Stenbol: 8 otomobîl hatin şewitandin

Li navçeya Esenyurtê ya Stenbolê kesekî 8 otomobîl şewitandin û êgir girt dikanekê jî.

11 Hezîran 2024 - 06:54
11 Hezîran 2024 - 06:54
 0
Stenbol: 8 otomobîl hatin şewitandin

Bûyerê îro derdora saet 02:00yan rû da û dîmenên wan kêliyan bi kamerayên telefonan hatin qeydkirin.

Di dîmenan de xuya dibe, kesekî ku heta niha nasnameya wî ne diyar e tiştekî rohn bi ser otomobîlan de dirijîne û yeko yeko agir berdide wan.

Ew kes bi vî awayî 8 otomobîlan dişewtînê û agir paşê dikanekê jî dide ber xwe.

Piştî ku agahî hat dayîn tîmên agirvemirandinê çûn cihê bûyerê û wan agir vemirand.

Hat ragihandin ku di bûyerê de kes birîndar nebûye.

Li hêla din, polîsan ji bo tesbîtkirina nasnameya wî kesî dest bi lêkolînê kir.

 

Ev nûçe bi tevahî 1175 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 08:23:07